Cinazê Yaşar Kemal li Goristana Zîncîrlîkuyuyê kêleka gora Tîlda Kemala jina wî ya ewil hat definkirin. Tilda Kemala ku bi Yaşar Kemal re 50 salî zewicî ma, di sala 2001ê de mir.
Piştî ku nimêja cinazeyê Kemal li Mizgefta Teşvîkiyeyê hat kirin, cinaze anîn Goristana Zîncîrlîkuyuyê. Ayşe Semiha Babana jina Kemal, Zulfu Lîvaneliyê dostê Yaşar Kemal jî hat goristanê.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu, hunermend Kadîr Înanir, Suavî, Tarik Akan jî hatin goristanê. Hunermend Lîvanelî li vê derê axiftinek kir.
Piştî ku dia hatin kirin cinaze defin kirin. Axa ku ji Hemîteya gundê Yaşar Kemal lê bûye anîn û avêtin gora Kemal.