Duh ji ber hinceta li navçeyê kalekol tên çêkirin xwepêşandan hat kirin û di xwepêşandanên bêdestûr de bûyer derketin û Baran di bûyeran de mir. Cenazeya Baran piştî nimêja cenazeyê ya ku li Mizgefta Kûrşûnlûya li navçeya Sûrê hat kirin, anîn goristana Yenîkoyê.
Ramazan Baran vir hat definkirin û Hevserokê Giştî yê HDPyê Ertûgrûl Kurkçu, Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Parlementera HDPyê ya Batmanê Ayla Akat Ata û gelek kes beşdarî merasima cenazeyê bûn.
Komek piştî definkirina cenazeyê dest bi meşê kir û li kolana Goçmenlerê berbestî danîn li ser rê. Komê bi molotof, kevir û fişengên hewaî êrîşê hêzên ewlehiyê kir. Polêsan jî bi gaza îsotê û ava bi tazyîq bi kar anî.