Li Sîlwana navçeya Diyarbekirê mixtaran bertek nîşanî bûyerên terorê da.
Mixtarên tax û gundan li ber Qonaxa Hikûmetê civiyan û bal kişandin rola provokatoran a di bûyerên terorê yên li navçeyê de. Mixtaran ji gelê navçeyê re got ku "nebin amûrê lîstikan" û wiha bangî ciwanên ku tevî bûyeran dibin, kirin:
"Ji kesên ku qetl û xwîna gel dixwaze re bêjin, 'rawestin'. Ji lîstikên wan re nebin amûr. Destûrê nedin şerxwazên ku dixwazin bi xelkê Sîlwanê bilîzin. Herwisa ji wan kiryarên ku bi kêrî provokatoran tên, dûr bisekinin."
Serokê Komeleya Mixtaran Mûrat Ateş di daxuyaniya xwe ya li ser navê komê de diyar kir ku Sîlwan gelek caran tûşî şer, pevçûn û birakujiyê hatiye û wiha dewam kir, "Lêbelê Sîlwan bajarekî wisan e ku hercarê karibûye ku ji xweliya xwe vejî."
Ateş destnîşan kir ku divê ji kesên ku dixwazin hizûra gel xerab bikin re bê gotin, "êdî bes e" û wiha pê de çû:
"Em îro dîsa pêdiviyê bi ducarkirina banga xwe dibînin. Em wekî xelqê Sîlwanê bêyî ku ji hev cuda bixin, bangî her aliyan dikin ku çekan ji dewrê derxînin. Em careke din bi bîr tînin ku çareserkirina pirsan bi gotin, diyalog û mihebetê ve dibe û em dibêjin êdî bes e."