Li Esenyûrtê di operasyona li dijî şaxa ciwanên rêxistina terorê PKKyê YDG/Hyê de 7 kesên ku hat îdiakirin amadekariya çalakiyê dikin, hatin binçavkirin.
Li Esenyûrtê di koordîneya Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Stenbolê de polêsên girêdayî midûriyeta Hêza Taybet û Hêza Polad operasyon li dar xistin û li 16 adrêsan lêgerîn û lêkolîn kirin.
Di operasyona ku bi piştgiriya helîkoptera polêsan ve hat pêkanîn de 7 kesên ku tê îdiakirin endamê şaxa ciwanên PKKyê YDG/Hyê ne hatin girtin.
Di lêgerîna adrêsan de jî demançeyeke bêrûxsat, 26 fîşeng, dokumanên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin bidestxistin.
7 kesên ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê ji kontrola doktor derbas bûn, birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li Watanê.
Hat îdiakirin ku berşikan amadekariya çalakiyê dikir.