Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê derket holê ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê mizgeftek mîna "navenda rêxistinê" emilandine. Di lêkolînê de gelek cebilxane û dokumenên rêxistinê hatin bidestxistin.
Li taxa Ebdulqadîr Paşa û Firatê dema ku xendek dihatin tijekirin, teqemeniyên di xendekan de hatin teqandin û di encamê de 2 polês birîndar bûn û li ser vê jî li herêmê operasyoneke dorfireh hat lidarxistin. Piştî operasyonê derket holê ku Mizgefta Hecî Şemsedîn Yûsma ya li taxa Ebdulqadîr Paşa ji aliyê mensûbên rêxistinê ve wekî cebilxane hatiye emilandin.
Di lêkolîna hundir û dervayê mizgeftê de gelek roketavêj, çek û fîşengên wan, molotofkokteyl û dokumenên rêxistinê yên ku bi sicadeyan hatibûn nixamtin, hatin bidestxistin.