Ji ber bûyerên terorê bi salan di her qadê de li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê pêşketin çênedibû. Bi pêvajoya çareseriyê dewletê gav avêtin, veberhênan kirin û teşwîq dan. Bi saya van perwerde, aborî, tenduristî, tûrîzm, çandinî û heywandarî di serî de di her qadê de guhertin û geşedanên pir mezin çêbûn.
Ligel gavên erênî, rêxistina terorê PKKyê ev serdem wekî firsendeke tevgerbûnê dît û hewl da ku bêtir neferan tevî qadroyên xwe bike. Rêxistinê zarok û ciwan xapandin û derxistin serê çiya û tevî qadroya xwe kir. Şûna ku çekan dayne û vekişe dervayê sînor, dest bi êrîşên ku dê "pêvajoya çareseriyê" bişikêne kir.
Piştî êrîşên rêxistina terorê DAEŞê yên li dijî Kobanê, alîgirên rêxistinê bi vê behaneyê di 6-8ê Cotmeha 2014an de çalakiyên bêdestûr li dar xistin. Van çalakiyan da nîşan ku PKK aştiyê naxwaze.
Mensûbên rêxistinê di hilbijartina şaredarî, serokomarî û 7ê hezîranê de zext da ser welatiyan, gundparêz tehdît kirin ku çekê daynin. Li herêmê ji bilî partiya HDPê zext dan ser rêvebir û hilbijêrên partiyên din ku ji ya xwe werin xwarê.
Li Sêrtê mixtarê gundekî û li Şirnexê jî endamekî HUDA PARê hatin kuştin, li Wanê dîmena "lûleyên ku xwîn jê diherikin" bi bîlbordan ve kirin, li Erdîşê pankartên, "ji xeynî HDPê beşdariya partiyeke din xeter û qedexe ye" daliqandin. Nehîştin ku siyasetmedar ji bo hilbijartinê bixebitin, bombe avêtin avahiyên AK Partiyê. Van nimûneyan hemû dan nîşan ku rêxistina PKKê li herêmê hişmendiyekê çêdike.
KCKê di 11ê tîrmehê de daxuyanî da û got, "wesaîtên ku di çêkirina bendavan de dixebitin, di hedefa wan de ne", ji serokên rêxistinê Murat Karayilan daxuyanî dan. DAEŞa rêxistina terorê di 20ê tîrmehê de li Sirûca navçeya Şanliûrfayê bombeyek teqand û 33 kes hatin kuştin. PKKê piştî vê bûyerê çalakiyên xwe zêde kir.
Mensûbên rêxistinê bombe bi cih kirin û êrîş kirin, rêya welatiyan birîn û azadiya seyahatê asteng kirin, zirar dan ambulans, saziyên tenduristiyê, qereqol, kalekol, qaymeqamtî û avahiyên qamûyê. Wesaîtên kar şewitandin, mitehît û karker tehdît kirin û veberhênan asteng kirin.
Endamên rêxistinê ji bo ku li herêmê bendav çênebin, êrîş kirin. Li ser rêya ku diçe bendavê teqemenî bi cih kir û hêzên ewlehiyê û şofêrên ku alav dibirin înşaata bendavên kirin hedef.
Alîgirên rêxistinê jî di vê pêvajoyê de bi behaneyan çalakiyên bêdestûr li dar xistin, dibistan di serî de zirar dan wesayît û avahiyên qamûyê û kargehan.
Di vê heyamê de alîgirên rêxistinê li hin deran qaşo "xweserî" îlan kirin û xwestin ku gelê sivîl jî tevlî pevçûnan bibe.
- Hin çalakiyên ku PKKê di dewra pêvajoya çareseriyê de kirin
- Li Saraya navçeya Wanê di 19ê Tebaxa 2014an de terorîstan kemîn danîn û gule agir kirin. Di encama guleagirkirinê de Tegmen Emre As hat cangorîkirin û leşkerek jî birîndar bû.
- Li Kayapinara navçeya Diyarbekirê jî di encama du êrîşan de di 25ê tebaxa 2014an de polês Osman Bal û rojekê şûnde jî hevkarê wî Alî Kiziloglu hatin şehîdkirin.
- Li Bîngolê di 9ê cotmeha 2014an de piştî çalakiyên bêdestûr, Midûrê Ewlekariya Bajêr Atalay Urker, Alîkarê Midûrê Ewlekariyê Atif Şahîn û Serkomîser Huseyîn Hatîpoglu tûşî êrîşa mensûbên rêxistinê hatin. Di êrîşê de Şahîn li cihê bûyerê, Serkomîser li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê şehîd ketin; Urker û polês Ugur Adli jî giran birîndar bû.
- Li Baglara navçeya Diyarbekirê di 29ê Cotmeha 2014an de Astsûbay Serçawiş Nejdet Aydogdu dema ku li bazarê ligel jina xwe danûstendin dikir, di encama êrîşa kesên rûpoş de hat şehîdkirin.
- Li Sêrtê li gundê Baggozeyê tevî mixtar gundparêz Mustafa Turhan di 29ê nîsanê de hatin cangorîkirin.
- Li Erdîşa navçeya Wanê gundparêzê bi navê Abdulbarî Gul di 25ê gulanê de rastî êrîşa biçek hat û cangorî bû. Hat tesbîtkirin ku êrîş mensûbê rêxistinê S.C kiriye.
- Li Sêrtê di 7ê tîrmehê de polês Bunyamîn Torgut di dewriyeya li ser rêya Erûhê de di encama gulereşandina ji erebeyekê de cangorî bû.
- Li Komira bajarokê Adiyamanê di 20ê tîrmehê de di navbera hêzên ewlekariyê û mensûbên rêxistina terorê PKKyê de pevçûn derket di pevçûnê de Serbazê Pispor Musellîm Unal şehîd ket, 2 leşker birîndar bûn.
- Hin çalakiyên alîgirên rêxistinê yên beriya hilbijartinên 7ê hezîranê
- Di 1ê gulanê de li Wanê bîlbordên ku ji mûzlixan xwîn diherikî hatin daliqandin û li ser bîlbordan bi kurdî û tirkî peyamên mîna, "Tevdîra xwe bistînin", "Rojekê biqede", "Rojekê hertişt", "Heger hûn lê xwedî dernekevin ne dûr e!", "Em bê nefes nemînin", "Te hay jê heye?" hebûn. Bi van afîşan ve xwestin zextê li hilbijêran bikin. Bi biryara dadgehê ve afîş hatin komkirin.
- Serokê Bajarê Wanê yê AK Partiyê Zahir Soganda tevî namzedê parlementeriyê Farûk Alpaslan û endamên partiyên di 3yê gulanê de di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn seredana malbateke li Başkaleyê. Li vir dema ziyaretê de tûşî êrîşa devkî û fîzîkî ya HDPyiyan hatin. Ji koma ku bertek nîşanê xebatên hilbijartinê yên endamên AK Partiyê dan jê kesekî kulmek avêt birayê Soganda. Li ser bertekan, ekîbên polêsan hatin cihê bûyerê û Seroka Navçeyê ya PHDyê Senar Yeşîlirmak, Delegeyê Elbakê yê Kongreya Civaka Demokratîk Dervîş Polat, Endamê Meclisa Şaredariya PHDyî Selahatîn Bozkurt û Berpirsê Navçeyê yê HDPyê Salîh Tayfûn hatin binçavkirin.
- Di 22yê gulanê de li Erdîşa navçeya Wanê li ser kolana despêka taxa Yeşîlovayê pankarta, "Ji xeynî HDPyê derbasbûna partiyeke din talûke û qedexe ye" daliqandin. Parlementerê Wanê yê AK Partiyê Bûrhan Kayaturk bertek nîşanî pankartê kir û wiha xeberda, "Pankartên gefxwarinê yên berê jî HDPyiyan înkar kirin. Jixwe taybetiya van ev e. Li vir tiştek tê kirin, dema ku ji gel reaksîyon distînin jî înkar dikin."
Li Baglara navçeya Diyarbrkirê di 24ê gulanê de di navbera kesên ku xwestin pankartê Zekeriya Yapicioglu yê namzedê parlementeriyê yê serbixwe yê ku HUDA PARê piştgiriya wî dikir û HDPyiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de Omer (29) û Ferhat Demîr (19) birîndar bûn.
- Li Sêrtê di 28ê gulanê de ji buroya hilbijartinê ya HDPyê komekê li dû mitînga ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî beşdar bû, êrîş bir ser AK Partiyiyan. Di êrîşê de 4 endamên Şaxa Ciwanan a AK Partiyê lêdan xwarin. Piştî bûyerê polês hatin cihê bûyerê û bi xaza îsotê kom belav kir. Jê 3 jin 4 kesên ku rastî êrîşê hatin, çûn Navenda Polêsan û gilîdar bûn.
- Li Îdila navçeya Şirnexê li gundê Kozlucayê di 29ê gulanê de HDPyiyan êrîşeke çekdar birin ser endamên HUDA PARê û di encamê de Muhammed Şerîf Şîmşek (34) û Abdulcelîl Talayhan (38) mirin, der heqê bûyerê de kesek hat girtin.
- Hin çalakiyên piştî êrîşa li Sirûcê
- Mensûbên rêxistina terorê PKKyê di 22ê tîrmehê de li Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê polês Feyyaz Yumuşak û Okan Acar li mala wan û di xewê de şehîd kirin.
- Di 23yê tîrmehê de jî li Yenîşehîra navçeya Diyarbekirê, di encama êrîşa terorîstan de polêsê trafîkê Tansû Aydin şehîd ket û Alî Karahan jî xedar birîndar bû.
- Li Licêya navçeya Diyarbekirê di 25ê tîrmehê de dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû terorîstan wesayîta bombebarkirî teqand. Di encamê de Serçawiş Cendirme Îsmaîl Yavûz û Cendirmeyê Pispor Mehmet Koçak şehîd ketin û 4 leşker jî birîndar bûn.
- Li Mûşê di 27ê tîrmehê de terorîstan êrîşa çekdar avêtin ser otomobîla Fermandarê Cendirmeyên Navçeya Milazgirê Serdar Arslan Kulaksiz û di encamê de Kulaksiz şehîd ket.
- Li Şemzînana navçeya Hekariyê di 28 tîrmehê de terorîstekî rûpoş êrîşa çekdar bir ser Çawişê Pispor ê Peyade Ziya Sarpkaya û di encamê de Sarpkaya li nexweşxaneyê şehîd ket.
- Hin êrîşên PKKyê yên di meha tebaxê de
- Li Dogubayazita navçeya Agiriyê di 2yê tebaxê de terorîstan bi traktoreke bombebarkirî ve li dijî qereqola cendirmeyan êrîşeke xwekujiyê pêk anîn. Di êrîşê de 2 leşker şehîd ketin, 31 leşker jî birîndar bûn.
- Di 4ê tebaxê de li texma gundê Arakoya Şirnexê endamên rêxistina PKKyê teqemenî kirin erdê û dema ku wesayîta leşkerî derbas bû jî teqandin. Di êrîşê de 2 esker şehîd bûn, tevî eskerekî korucuyek birîndar bûn.
- Li Sîlopiya navçeya Şirnexê di 10ê tebaxê de mensûbên rêxistina terorê teqemeniya çalkirî teqandin, 4 polês şehîd ketin û polêsek jî birîndar bû.
- Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di 14ê tebaxê de di navbera terorîst û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket û di encamê de 3 esker şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.
- Li Karliovaya navçeya Bîngolê jî di 15ê tebaxê de di encama teqîna teqemeniya çalkirî de 3 esker şehîd ketin, 6 jî birîndar bûn.
- Li Licêya navçeya Diyarbekirê di 18ê tebaxê de li dû operasyona li dijî mensûbên rêxistina terorê, pevçûn derket û 4 esker şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.
- Li ser rêya Sêrt-Perwariyê di 19ê tebaxê de teqemeniya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê ve hatibû çalkirin, di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqiya. Di encamê de 8 leşker şehîd ketin.
- Li Hekariyê di 24ê tebaxê de dema ku wesayîta leşkerî derbas bû, teqemeniya çalkirî hat teqandin û 2 esker şehîd ketin, 3 jî birîndar bûn.
- Derbeyên ku artêşa Tirkiyeyê li rêxistina terorê da
Artêşa Tirkiyeyê li hemberê êrîşan hêzên ewlekariyê hem li hundirê welat û hem jî li derveyê welat operasyonên bejahî û asîmanî pêk anîn.
Ji 22yê tîrmehê û heta niha di operasyonên hêzên ewlekariyê yên li hundir û derveyê welat de 814 terorîst hatin kuştin.
Di encama hemleyên asîmanî de biqasî 450 terorîstî birîndar bûn, di operasyonên li hundirê welat de jî 250-300 terorîst birîndar bûn.
Digel hemleyên asîmanî hêzên ewlekariyê bi top û tankan ve jî zeyîateke mezin da rêxistinê.
- PKKyiyê ku Çawişê Pispor Sarpkaya şehîd kir, hat kuştin.
Ji xeynî operasyonan di pevçûnên 48 rojên dawîn de 88 terorîst hatin kuştin, 11 jê birîndar 14 heb jî hatin girtin.
news_share_descriptionsubscription_contact
