Rêxistina terorê DAEŞ a ku li Sûriye û Iraqê hin herêm kiriye destên xwe ji meha Nîsanê û pê ve rojbiroj pêşve diçe.
DAEŞa ku tevî artêşa Iraqê û Pêşmerge bi milîsên Şîa Heşdî Şabiyê re şer dike tevî deriyên sînor Qaîm û Welîd ên di navbera Iraq û Sûriyeyê de beşeke gîrîng a wîlayetên Enbar, Mûsil û Selaheddînê kontrol dike. Nêzîkê tevahiya herêmên ku di destê DAEŞê de ne deverên Erebên Sunî ne.
- Nêzîkê tevahiya Enbarê di destê DAEŞê de ye
DAEŞê di heyama amadekariya operasyona rizgarkirina Mûsilê de bajarê Ramadiyê yê li rojavayê Iraqê kir kontrola xwe û bi vî hawî ji sedî 90ê kontrola wîlayeta Enbarê kir destê xwe. Ji xeynî navçeya Amîriye, Xalidiye, Hadîseyê û bajarokê Bedadiye û Hebbaniyeyê DAEŞê tevahiya Enbarê kir kontrola xwe.
DAEŞ tevî navendê gelek navçeyên Mûsilê kiriye kontrola xwe û li hêla başûr, bakûr û rojavayê bakûrê Mûsilê bi Pêşmerge re şer dike. Hêza çekdar a Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Pêşmerge herêma Wane, Keske, Zûmmar, Sînûn, Hazir, Mexmûr û Guwerê kontrol dike. Li van herêman şerê di navbera herdu aliyan de bênavber didome.
- Kerkûk û Selaheddîn di destê Pêşmerge û artêşa Iraqê de ne
Piraniya bajarê Kerkûkê di kontrola Pêşmerge de ye. DAEŞê xwe li Hawîceya navçeya Kerkûkê bi cih kiriye û li rojhilat û bakûrê bajêr bi Pêşmerge re, li eniya başûrê bajêr jî bi Heşdî Şabî re şer dike.
Li navçe û rafîneriya Beyciya ser Selaheddînê jî di navbera artêşa Iraqê û DAEŞê de şerekî gur didome. Li bakûrê Selaheddînê beşek ji qezayên Şîrkat û Beyciyê di destê DAEŞê de ne, lêbelê navenda wîlayetê Tîkrît, bajarekî muhîm Samarra û herêmên din di kontrola Pêşmerge, artêşa Iraqê û Heşdî Şabiyê de ne. Li herêmên wîlayetê yên li ser sînorê Enbarê pevçûnên bi DAEŞê re didomin.
Deriyên sînor El-Qaîm (hêla Iraqê), Elbû Kemal (hêla Sûriyeyê) yên di navbera Iraq û Sûriyeyê de ji tîrmeha 2014an û pê ve di destê DAEŞê de ne. Deriyê sînor Rabîa (hêla Iraqê) û Yarûbiye (hêla Sûriyeyê) jî ev çend meh in di kontrola pêşmerge de ne û lê hêla Sûriyeyê jî hêzên çekdar ên Kurdan van deriyan kontrol dikin.
Berdevkê Pentagon Wezareta Parastina DYAyê John Kirby daxuyandibû ku di 25ê Rêbendana 2015an de li Iraqê DAEŞ 55, hikûmeta Iraqê 77 û Pêşmerge jî 56 hezar kîlomêtro ax kontrol dike.