Yek ji gumanbarên dozê Ahmet Tûrhalli piştî "garantiya negirtinê" ya der heqê wî de vegeriya Tirkiyeyê û îfade da.
Ahmet Tûrhalli serê sibê ji Almanyayê hat Balafirgeha Esenbogayê. Polêsan li vir ji ber biryara girtinê Tûrhalli binçav kir. Tûhalli li vê derê ewil birin qontrola tendûristiyê paşê jî şandin Edliyeya Enqereyê.
Tûrhalli derket pêşiya 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê û sûçên li ser wî tên îdiakirin jî red kir. Tûrhalli wiha axivî: "Di parlemantoya ku hat avakirin de me bi tenê xebatên akademîk dikirin û paşê jî li gor tuzukê me sazî fesh kir. Tu eleqeya me û rêxistinên îllegal an jî komên çekdar tuneye û nebûye."
Tûrhalli got ku tu armancek an jî fealiyeteke wan ya mîna perçekirina Tirkiyeyê tunebû û wiha peyivî:
"Ji ber ku ez vegeriyame welatê xwe niha pir kêfxweş im. Ez beriya 22 salan ji van deran çûbûm. Niha ez dîsa hatim, ligel milet û merivên xwe me. Ev hîsiyateke pir xweş e. Çi gava ez çûm Diyarbekirê, bawer im ku ez ê vî tiştî zêdetir hîs bikim."