Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdag beşdarî mitînga partiya xwe ya li Eskîşehirê bû û wiha axivî: "Em ê bi hev re di hilbijartinên 7 hezîranê de aşîtî, azadî û demokrasiyê bi dest bixin."
Yuksekdagê di mitînga partiya xwe ya ku li Qada Odûnpazariyê hat lidarxistin de got ku hilbijartinên giştî, kampanyaya diyarkirina pêşeroja Tirkiyeyê ye.
Yuksekdagê got ku dê HDP bi tu kesî re koalîsyonek ava neke û wiha dewam kir:
"Me koalîsyona herî mezin damezrandiye. Me koalîsyona gelan ava kiriye. Dê di hilbijartinên 7 hezîranê de koalîsyona demokratîk a gelan bi ser bikeve. Em ê şert û mercên kar û xebatê verast bikin. Em ê bi hev du re jiyaneke biewle ava bikin."
Yuksekdagê got ku HDP dê milên xwe vebike û hemû gelên Tirkiyeyê hembêz bike û wiha pê ve çû: "Em ê banga xwe ya ji bo biratî û aştiyê ragihînin hemû gelên Tirkiyeyê. Di nava gelan de cudakarîyê nekin. Hûn dibînin sicîla me ya siyaseta demokratîk, di seranserê kampanyaya hilbijartinê de pak e. Herwiha hûn sicîla hikûmeta AKPyê jî dibînin her diçe qirêj dibe. Em ê bi hev re di hilbijartinên 7 hezîranê de aşîtî, azadî û demokrasiyê bi dest bixin."
Di vê navberê de di nava hin komên ku dixwestin têkevin qada mitîngê û polêsên li cihên kontrolê de rageşî çêbû.