Berdevkê Partiya HDPê Ayhan Bîlgen ragihand, "ji bo ku civat li pêvajoya aştiyê xwedî derkeve, ji bo ku pevçûn bi dawî bibin û ji bo vê îradeyek çêbibe em ê li hin bajaran mitîngê li dar bixin."
Bîlgen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di kûlîsan da behsa hilbijartina pêşwext tê kirin, lê vê gavê ji bo HDPê pêvajoya aştiyê, çareserî û sekinandina xwînê ji hilbijartinê pir bi qîmettir e.
Bîlgen got ku ji bo vê jî Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ziyaretan dikin, bi rojnameger, bi rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi CHPê ra hevdîtinek kir û piştî van hevdîtinan wê li bajaran mitîng werin lidarxistin.
Bîlgen daxuyand, ji bo ku li Wan, Stenbol, Qers, Antakya û Îzmirê mitîng werin lidarxistin, serlêdan hat kirin û wiha dewam kir: "Li bajarên cuda cuda mitîng û panel wê werin lidarxistin û ji bo ku civat li pêvajoya aştiyê xwedî derbikeve û ji bo ku pevçûn bi dawî bibe, hedefa me ew e ku ji bo dawîbûna şer îradeyek çêbibe."
Bîlgen destnîşan kir, ev çalakî wê heta 1ê îlona Roja Aştiyê werin lidarxistin û wiha dewam kir:
"Bi rastî jî ev çalakî ne ji bo xebateke siyasî ye, ji bo ku di nav civatê da aştî çêbibe û ji bo ku tirsa derketina kuçeyan bişkê ye. Bêyî ku tevî şidetê bin û rastî şidetê werin, divê her kes bi rêya demokratîk xwe îfade bike, berteka xwe bide nîşan. Ev wê bide nîşan ka bê li Tirkiyeyê demokrasî heye an na. Ji bo vê girîng e."
"Ji aliyekî va hevdîtinên koalîsyonê dewam dikin, beriya ku dem biqede hilbijartinê wek tehdîd û alternîf nîşan didin. Li gor me ev ziman ji bo exlaqê siyasî ne rast e. Heke ku gel wezîfe dabe û gotibe koalîsyonê ava bikin, divê rêya koalîsyonê were dîtin. Divê ev hem ji bo pêvajoya zagonî hem ji bo qanîkirina civatê were nirxandin. Em wisa bawer dikin."