Selahattîn Demirtaş li Qada Cumhuriyetê ya Qersê bangî gel kir û diyar kir ku heke bêrêtî, dizî û talan neyê kirin piştî du salan Qers dê bibe bajarekî baştir. Demirtaş wiha axivî:
"Halê vî çemê binêhêrin. Ev çem li cihekî din bûya ew der dê ji hêla tûrîzmê ve bibûya bihûşt. Mirov ji xwe şerm dike. Di kuçeyeke Qersê de jî asfalt tune. Di çend kolanan de asfalt henin, wî jî bi pereyên ku nikaribûne bidizin ve çêkirine. Em tên, hindik ma. Bila dilê her kesê li vir rehet be. Dengê biratiyê, hevkariyê,azadiyê tê. Em deyndarê gelê Qersê ne. Em deyndarê we ne ku bi salane me ji wan kesan xilas nekir. Em tên ku deynê xwe bidin. Di 30ê adarê de Qers dê ji van kepazetiyan xilas bibe. Bila baweriya we bi hêza we hebe, baweriya xwe bi hev bînin. Rihê geltiyê ev e."
Demirtaş wiha pê de çû:
"Heke hûn bixwazin hûn dikarin wek Ferhad çiyayan qul bikin. Hûn miletekê ev serkeftin bidestxistine ne. Hûn gelekî ku ji devê kendal heta li vir gihîştine ne. Hûn gelekî ku hatine qirkirin, di bin talukeya tunebûnê heta dawîyê li ber xwe dane ne. Niha di 30ê adarê de derfeta we heye ku hûn hêza xwe nîşan bidin. Dev ji vê derfetê bernedin."
- "Îro ji wan re dia dike"
Demirtaş diyar kir ku ne muxalefeta sereke û ne jî partiya desthilat ji bo gel siyasetê dike û axaftina xwe wiha domand:
"Yekî boçika cemaetê girtiye hew zane ku dê here bihûştê û desthilatiyê. We qet ders ji wan hilneda? Tayyîp Erdogan 11 salan boçika wan girt. Di dawiyê de wî ji Pensîlvanyayê çend nifir kirin, rewş çawa bû we dît. Niha muxalefeta sereke jî boçika wan girtiye. Îro ji wan re diayan dike. Berê ji AKPê re jî da dikir. Sibê dê ji CHPê re jî nifiran bike hûn dê bibînin."
Demirtaş destnîşan kir ku wan rihekî nû, ehlaqekî nû ji bo siyasetê anîne û wiha pê de çû:
"Tê bîrya we berê dema parlementerek ji Enqereyê dihat di balafirgehê de bi def û zirneyan, bi qurban jêkirinan ve dihat pêşwazî kirin. Bi sedan kes diketin rêzê destê parlementer an wezîr maç dikirin. Parlementer destê xwe dida maçkirin, ji kal û pîran re, ciwanan re heqaret dikir û wisa dikete nav bajêr. Dema em jî dikevin bajêr bi deh hezar me pêşwazî dikin, lê em destên wan maç dikin dikevin bajêr. Kesekî ku rûmet û rêz lê bê nîşandan hebe ew jî hûn in, kesekî din nîne. Ji xêynî Xwedê û gelê me tu kesî me tune û ev jî besî me ye, zêde ye."