İSTANBUL
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di mîtînga ku partiya wî li Buyukçekmeceya Stenbolê lidarxist de axivî û got: "Niha hesab dikin û dibêjin 'Em wan di 30yê Adarê ji sedî daxin 35an û di nîsanê de jî hikumetê ava bikin.' Ew zara tewlayê diavêjin. Lê em siyasetê dikin."
Li ser me gelek dek û dolab çêkirin
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku weke ku welatî jî zanin li ser wan gelek dek û dolab hatine kirin û wiha pêde çû: "CHP, MHP û kesê Pensîlvanyayê hatin bal hev.Lê ev bi kêrî tu tiştekî nayê. Li hemberê van her sê qafadaran gel heye. Ji bilî heqiyê tu tiştekî ku bikaribe li ser vîn a gel bi bandor be û gel têk bibe tuneye. Divê em bi vê yekê bizanibin. Niha hin hesaban dikin, çine? Ew rûniştine û gotine ku em ê bi operasyona 17ê çileya pêşîn wan biqulipînin. Nebû, gotin em di 25ê çileya pêşîn de biqulipînin, ew jî nebû. Niha jî dibêjin em ê di 30yê Adarê de wan ji sedî daxin 35an û di nîsanê de jî hikûmetê ava bikin."
Serokwezîr di mîtînga partiya xwe ya ku li Beylîkduzuya navçeya Stenbolê hat kirin de destnîşan kir ku ji aliyê aligirên rêxistina paralel ve nifir li wî, malbata wî û wezîrên wî tê kirin.