ANKARA
Namzedê serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya kampanyayên hilbijartina Serokomariyê de mîtînga xwe ya ewil li Samsûnê li dar xist. Erdogan der heqê rêxistina paralel (Tevgera Fethûllah Gulen) de wiha axivî: "Gelek heqaret û neheqî li me kirin. Ez dixwazim vê yekê jî bibêjim. Ev rêxistina paralel ez ê wê jî nîvcû nehêlim û li ser bixebitim. Çima? Ev rêxistina paralel a ku ji bo ewlekariya me ya neteweyî tehdît e, em ê li vî welatî wan derdest bikin. Ji bilî vê tu rê tuneye lewra ji bo welatê me û gelê me em ê vê yekê bikin. Em ê destê xwe bidin hev û vî karî bi hev du re bikin."
Serokwezîr bal kişand ser gotegotên ku ji bo namzediya wî ya serokomariyê tên gotin û wiha dewam kir: "Ez ji gelê xwe dur naçim. Navberê nadim xebat û xizmetan. Behna xwe venadim û rêwîtiya me di nîvcû de nahêlim. Ez ê ji gelê xwe re çêtir xizmetê bikim. Bi tenê ji bo meqamek bilind wek namzed têm nîşandan. Hemû hevaltiya me dê bidome. Em ê dîsa bi hevdu re bin. Em di Serokwezîriyê de çawa bûn hûnê bibînin ku em ê di Serokomariyê de jî wisa tevbigerin."