BATMAN
Teşkilata bajêr a Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Batmanê ji bo Rojavayê kampanyaya arîkariyê da destpêkirin.
3 qamyon arîkariyên ku ji navenda Batmanê, ji navçe û gundên li ser navendê hatin berhevkirin, şandin Kobanêya bajarê Rojavayê. Birêvabirê BDPê yê bajêr Îbrahîm Bîçîcî diyar kir ku arîkarî li konê di baxçeyê Şaredariya Batmanê de tên komkirin û arîkariyên genim berdewam dikin. Bîçîcî got ku kampanyaya arîkariyê 3 roj beriya remezanê dan destpêkirin û kampanya her ku diçe berfirehtir dibe.
Bîçîcî da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de di 14 rojan de 45 ton genim hat berhevkirin û wiha axivî: "Li gundan jî bi qasî 15 tonan genim hê heye. Em ê wan jî hêdî hêdî bînin û ji bo welatiyên ku hewceyiya wan pê heye bişînin bajarê Kobanêyê. Me wek partî ev kampanya da destpêkirin û bi arîkariya şaredariya xwe jî derxist li ser rê."