AGRI
Serokbajarê Agriyê yê BDPyê Necmettîn Efe got ku Serokatiya Şaredariya Agriyê namzedê wan Sirri Sakik qezenc kir.
Efe daxuyaniyek da û got ku li gor encamên nefermî yên ku gihan ber destê wan, namzedê me Sakik di hilbijarinê de bi ser ket.
-Kurtejiyana Sirri Sakik
Sirri Sakik di sala 1957an de li Mûşê hat dinê. Sakik demekê di tûrîzmê de xebitî û demek dirêj di vê beşê kargeriya dezgehê kir.
Sakik demekê di hin rojnameyan de nûçegihaniyê kir û bû endamê Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP).
Sakik di heyama 19emîn û 23yêmîn de bû parlementerê Mûşê. Sakik di heyama 23yêmîn de Amirtiya Îdareyê ya Dîwana Serokatiya TBMMyê kir. Sakik zewicî ye û 3 zarokên wî hene.