AGRI
Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik du malbatên dijmin li hev anî.
Di daxuyaniya şaredariyê ya nivîskî de hat ragihandin ku di navbera malbatên Dag û Alpê de neyartî hebû û Sakik navçîtî kir û malbat li hev anî.
Sakik malbatan anî cem hev û ji wan re got ku divê kurd pêşiyê pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.
Sakik got dibe ku pirsgirêkên wiha bên serê her kesî û wiha axivî:
"Aştî ji her tiştî baştir e. Ez dixwazim ku di nav hemû kurdan de aştî hebe. Heke em di nav xwe de aştiyê çêkin, wê çaxê li Tirkiyeyê jî aştî çêbe. Divê em di navbera xwe de hiqûqeke wisa ava bikin ku bê hewcedarî di navbera me de aştî hebe. Ez her tim dibêjim, em ji kesên ku ji der ve tên re gelek rêzdar in, divê em vê di nav xwe de jî pêk bînin. Ji bo vê jî divê kurd di nav xwe de li hev bên. Ji we hemûyan re sipas dikim."
Piştî axaftinan herdu malbat li hev hatin.