Serokê Şaredariya Agiriyê Sirri Sakik, namzedê Parlamenterê AK Partiyê yê Agiriyê Abdullah Atalay û namzeda Parlamenterê HDPyê yê Agiriyê Leyla Zana rayên xwe dan.
Sirri Sakik li dibistana Şeref Saraçoglu di sandoqa 1121emîn de raya xwe da û piştî rayavêtinê wiha axivî:
"Herçiqas em li gor rihê hilbijartinê tevgeriyabin jî mixabin li Tirkiyeyê hêzên faşîst her tim êriş kirin ku hêzên demokrasiyê û kurd di siyaseteke demokratîk de cih bigrin.We dît li erziromê saxe sax hevalekî me şewitandin. Duh jî min di çend cihan de got, çeteyên ÎŞIDê pîlotekî urdunî di qefeseke hesin de şewitandin û mirovahiyê jî vê dîmenê dît. Li Erziromê jî heman tişt hat kirin. Bingolê jî heman tişt hat kirin. Li Diyarbekirê bi sedan kes birîndar bû. Bi rastî jî em diçûn şer an hilbijartinê? Ji bo ku çek bên danîn me hewl da, lê gelê me dît ku ji bo siyaseta demokratîk destûr nehat dayîn. Hêvî dikim ku polîtîkayên berê car din nekevin rewacê. Heke siyaseta demokratîk li ser vê axê pêk neyê, ez ditirsim ku car din pevçûn dest bê bikin.""
Abdullah Atalay jî li Dibistana Îbrahîm Çeçenê di sandoqa 1071emîn de raya xwe da. Atalay got ku ew hêvî dike ku hilbijartin di nav aştî û aramiyê de biqede û her kes îradeya xwe bide nîşandan.
Leyla Zana jî li Dibistana Navîn a Herêmê ya Razemeniyê ya Muratê di sandoqa 1060emîn de raya xwe da û got ku bi rastî jî ev hilbijartin girîng û dîrokî ye.
Zana wiha axivî: "Tişta herî baş a demokrasiyê hilbijartin in. Hemû partî li gor xwe xebitîn. Em 42 rojan wek beşdarî reva maratonê bûn reviyan. Ji bo welêt û gelê me kîjan xêr be bila ew bibe. Bila bibe bingeha aştiyê. Hêvî dikim ku pêşeroja me bila bibe pêşerojeke azad."