ANKARA
Wezîrê Daristanê û Karên Avê Veysel Eroglu daxuyand ew li bendê ne ku sibê di hilbijartinê de li qismekî mezin ê Tirkiyeyê baran bibare.
Eroglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ku roja hilbijartinê û hefta din germahiya hewayê wê li giştiyê welêt li gor demsalê normal be, di qismên hundir de jî wê li gor demsalê kêm bibe.
Eroglu got ku ji roja yekşemê pê ve hefteyekê hewayê bi ewrawî be û wiha dewam kir:
"Roja hilbijartinê li qismekî mezin ê Tirkiyeyê baranê bibare. Tê texmînkirin ku li bakurê welêt, qismên rojavayê û qismên hundir hewa pir ewrawî be û baraneke gur bibare. Taviyên baranê wê bên. Di qismên hundir de hin caran germahiya hewayê wê li gor demsalê kêm bibe û di dawiya heftê wê li gor demsalê normal be."
Eroglu ji bo hilbijartinê jî got ku bila hilbijartin ji bo gel û welêt li ser xêrê be.