AGRI
Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik du malbatên dijmin ên ku xizmên hev in, li hev anîn.
Malbatên Dînç ên ku di navbera wan de dijminahî hebûn, di xwarina aştiyê ya ku li mala sersaxiyê ya li gundê Oglaksuyuyê hat dayîn, li hev anîn.
Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik, Şaredarê Tûtakê Firat Ozturk, Serokê Meclisa Giştî yê DBYyê yê Agiriyê Alî Ozturk û kesên ji malbatan beşdarî merasima lihevanînê bûn.
Sakik di merasimê de axavî û got ku di vê heyama ku her kes dijminahiya kurdan dikin de, divê kurd bibin yek.
Sakik got ku divê hem di nav kurdan de hem jî li vê erdnîgariyê aştî çêbe û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Xwedê ji her du malbatan jî razî be. Dema ku kurd bibin yek tu hêz li wan nikare. Me mînaka vê yekê di 1ê hezîranê de dît. Em di berxwedana li Şengalê jî dibînin ku dema kurd bibin yek hêzeke çawa derdixînin holê. Dema ku hemû kurd bûn yek, tu kes nikare xwe li ber wan bigire. Em spasiya her kesê ku ji bo gelê kurd yekîtiyê pêk tînin, dikin. Em mînetdarê wan in. Kurd êdî dîrokeke nû dinivîsin. Ji ber wê jî çi dikeve li ser milên me divê em bi cî bînin."