MEZARÊ ŞERÎF
Li Çardere û Deşta Arçiya navçeyên wileyata Qûndûza li bakurê Efganistanê di navbera milîtanên Taliban û hêzên ewlehiyê de pevçûn derketin, di pevçûnan de 40 milîtan hatin kuştin.
Berdevkê Midûriya Ewlehiyê ya Qûndûzê Seîd Serwer Huseynî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hêzên ewlehiyê li navçeyên navborî operasyon dan destpêkirin û bi milîtanan re şer kirin.
Huseynî got ku pevçûnên ku bi saetan berdewam kirin de 40 milîtan hatin kuştin û yek ji kesên ku mir jî endamê rêxistina el-Qaîdeyê ye.
Huseynî da zanîn ku di encama pevçûnan de 52 milîtan û 2 polês birîndar bûn, di operasyonan de gelek cebilxane û çek hatin bidestxistin.
Berdevkê Talibanê Zabîhûllah Mucahîd jî îdia kir ku di pevçûnan de 4 polês mirin û 3 polês jî birîndar bûn.
Li Qûndûzê operasyonên ku mehek beriya niha dan destpêkirin, berdewam dikin û Talibanê jî êrîşên xwe zêde kirin.
Bi qasî hefteyek beriya niha li wilayetên Cewîzcan, Qûndûz û Bedaxşanê di çalakiyên curbicur de 50 kes miribûn.