Kom li ser kolana Gencê civiya û li ser navê komê Serokbajarê Bîngolê yê BDPê Halis Yurtsever axivî û got ku polîtîkaya çaresernekirinê ya li ser pirsgirêkan kurdan dewam dike.
Yurtsever bi bîr xist ku şerê li welêt ê ku ev 35 sal e didome bû sedema gelek nexweşiyên civakî û di şer de bi hezaran mirov mirin û wiha pê de çû: "Di dinyayê de tu şer tuneye ku bi rê û rêbazên şidetê gihîşt encamê. Hemû şer di dawiya dawiyê de bi rê û rêbazên siyasî ve hatine çareserkirin û azadî û aştiya civakî bi vî awayî çêbûye."
Yurtsever destnîşan kir ku ew li dijî çêkirina bendav, qereqol û kalekolan in û wiha dewam kir: "Em vê êrîşê şermezar dikin. Em bi gelê Licê re ne û bangî hemû raya giştî dikin ku ew bi hestyar bibin."
Kom piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê kir û paşê heya ber bina BDPê ya Bajêr meşiya û belav bû.