Demîrtaş û Parlementerê Serbixweyê Mêrdînê Ahmet Turk li avahiya BDPê ya Diyarbekirê bi parlementerên BDPê yên ku hatin berdan re civiyan. Piştî hevdîtinê Demîrtaş daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku hevalên wan nêzî 3 salan di girtîgehê de man û niha ew bi tehliyebûna van hevalên xwe gelekî kêfxweş in û wiha dewam kir: "Em li ser navê hevalên xwe gelekî kêfxweş in. Ev demeke dirêj bû ku bê sûc û bê guneh dihatin girtin. Bi tehliyebûna wan em hemû dilxweş bûn lê mixabin em jî wek wan bi dil û can nikarin kêf bikin. Lewra ev tehliyekirineke derengmayî ye. Lewra em nikarin bibêjin ku edalet bi cih hat. Gelek hevalên me hê jî di girtîgehan de ne. Hatîp Dicle li gor dilê me parlementerekî ku hatiye hilbijartin e, lê ew kesa ku di şûna wî de niha li meclisê ye, kêf dike. Em nikarin vî tiştî qebûl bikin."
Demîrtaş destnîşan kir ku bi hezaran hevalên wan hêj girtî ne û wiha pê de çû: "Serokwezîr çawa ku dikare li gor dilê xwe kurê xwe teslîmî dadgehê nake divê vî gelê hanê jî bikaribe wisa bike. Lazim e ku van dadgehên hanê, Qanûna Têkoşînê ya bi Terorê re rabikin. Ew dozên ku dozger û dadgehan tê de neheqî kirin lazim e ku ew kes jî bên darizandin."
Demîrtaş bi lêv kir ku parlementerên serbest mane ji roja sêşemê pê ve dê dest bi xebatên xwe bikin.