MUŞ
Sakik, ligel parlementerê BDPê yê Muşê Demîr Çelîk, li Mûşê beşdarî bernameya Serokbajariya BDPê bû. Sakik, dest nîşan kir ku ev 5 meh in şer sekiniye, cenaze nayên û xwîn û girîn qediyaye. Sakik, rewşa nû wek kêfxweşiya hemû kesî nirxand û got ku gelê herêmê hesretî aştiyê ye.
Sakik, der heqê rewşa pevajoyê de ji wiha axivî: "Her kî zirarê bide pêvajoyê ew ê bixesrire. Ez bawer im ku her du alî jî gelekî samîmî ne. Naxwazim tiştekî din jî bînim bîra xwe. Ez fikirîna tiştekî din li hemberî gelê me û welatê me wekî xayintiyekê dibînim. Hevîdar im ku hemû kes li gorî pêvajoyê tevbigere. Divê Tirkiye, bi kurdan re ji bo aştiyê rêçeke bihêz eşkere bike ku Tirkiyeke bihêz derkeve hole. Divê Tirkiye, bi kurdên Suriyê, Îranê û Îraqê re hevkariyê bike û di nav guftûgoyê de be. "
Sakik, li ser pirsa rojnamevanan a der barê revandin û rêbirînên PKKê de got ku divê meriv li ser van tiştên piçûk nesekine û wiha dewam kir: "Kurd samîmî ne û piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê. Dibe ku kêmasî û xeletî çêbibin."
Sakik der barê vekişîna PKKê de jî got, ez bawer im ku heta mehên payizê dê vekişin.