ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag der barê pêvajoya çareseriyê de got: "Me wek hukûmet ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, çi ji destê me hat kir û em ê bikin jî."
Bozdag li Parka Werzîşê ya Bahçelîevlerê beşdarê fitara Teşkîlata Navçeya Bahçelievlerê ya AK Partiyê bû dema derketinê pirsên rojnamegeran bersivand.
Ji Bozdag pirsîn ku "der barê pêvajoyê de di bin serokatiya Beşir Atalay da civînek pêk hat. Gelo em dikarin hîn bibin ka çi hate axiftin?" Bozdag jî got ez guncav nabînim ku axiftinan bi we re parve bikim.
Bozdag ji bo Tirkiyê girîngiya pêvajoya çareseriyê da zanîn û wiha pê de çû:
"Ji ber ku teror biqede û li her derê refah, hizûr, aramî û xweşî pêk were, ev pêvajo gelek muhîm e. Pêvajo berdewam e û bi geşedanên muhîm didome. Em hêvî dikin ku heya dawiyê bidome û encameke bixêr jê derkeve. Me wek hukûmet ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, çi ji destê me hat kir û em ê bikin jî."
Vê gavê em bûyerê bi temamî dişopînin
Der barê pirsa rewşa dawî ya Sûriyê de Bozdag van yekan anî ziman:
"Meha rojiyê meha bereket û rehmetê ye. Ji bo misilmanan gelek bi qîmet e. Di vê mehê de şer, pevçûn, girîn, xwîn divê neyê qebûlkirin. Lê mixabin li Sûriyê dewam dike. Dil dixwaze ku li gor daxwazên gelê Sûriyê çareseriyek çêbe. Lê heya niha tiştek çênebû. Tirkiye di vî warî de helwesta xwe diparêze. Me gotibû ku em ê bûyerên ku li ser sînor diqewimin qebûl nekin. Hem hukûmet hem jî peywirdarên dewletê yên din, vê bûyerê ji nêz ve dişopînin. Çi hewce bike bê teredut tînin cih."
Rojnamegerekî jî pirsî "Wek ku we jî got ew kesên ku bi derbeya 12ê Îlonê ji welatîbûnê hatin avêtin dê dîsa bikaribin vegerin. Ma hûn der barê vê de dixwazin tiştekî bibêjin?" Bozdag jî bersivand û got ew kesên ku ji welatîbûnê derxistibûn, kengî bixwazin bizîvirin dikarin serî lê bidin.
Bozdag da zanîn ku tu asteng li ber vegera welatîbûna Komara Tirkiyê nemaye û wiha pê de çû: "Ji wan kesên ku ji welatîbûnê hatibûn derxistin Nazim Hîkmet hat qebûlkirin. Kurê Mûsa Anter dîsa wisa. Gelek kesên din jî dîsa vegeriyan. Heke serî lê bidin dê bikaribin vegerin welêt."