Sason-Derê (Komeleya Perwerde, Çand û Alîkariyê ya Sasonê) li kaniya Siltanaya serê Çiyayê Singitûrê fitar da.
Welatiyên ku li serê çiya fitara xwe kir, piştî fitarê gel hev nimêja terawîhê kirin.
Muhîttîn Atalayê serokê komeleyê got ku ev cara ewil e ku li serê Çiyayê Singitûrê fitar tê dayîn. Atalay destnîşan kir ku dê bernameyên xwe yên bi vî awayî bidomînin û li hemû deverên dîrokî û turîstik ên herêmê bigerin.
Metîn Ozmenê Endamê Lijneya Rêvebiriyê yê Komeleyê got ku bi pêvajoya çareseriyê re li herêmê aramî çêbû û ew êdî dikarin bi hêsanî û ewlehî ji bo geşt û gerê derkevin serê çiya û zozanan.
Ozmen wiha dewam kir: "Berî 4-5 salan mirov ne bi şev bi roj jî newêribûn derbikevin zozanan. Lê bi pêvajoya çareseriyê re aştî û aramî çêbû. Em bi hêsanî derdikevin serê çiya û zozanan fitara xwe dikin. Ev çalakiyeke xweş bû. Em sipasiya kesên ku beşdarî me bûn dikin."