VARŞOVA
Wezirê Karên Derve Ahmet Davutoglu, li Varşovaya paytexta Polonyayê der barê rojevê de pirsên AA û TRTê bersivandin. Davutoglu bal kişand rûdanên li Serêkaniyê û anî ziman wekî ku me berê jî got, heta ku li li Suriyê parlementoyeke hilbijartî ava nebe û rejîma Suriyê baş rûnenê em, avakirina herêmeke defakto qebûl nakin. Li Suriyê komên din jî, wekî me vê yekê qebûl nakin.
Davutoglu, xwest ku her kes xwe ji pevçûnan dûr bigre û wiha dewam kir: "Ev yek nayê wateya ku Tirkiye li dijî bidestxistina mafên kurdên Suriyê ye. Di dema Beşşar Esed de ku têkiliyên Tirkiye bi rejîma Suriyê re baş bûn; Tirkiyê ji bo vê yekê şîret jî li rejîma Suriyê dikir. Lewma ev helwesta me ne li dijî birayên me yên kurd e."
Davutoglu, der barê bandora bûyerên li sînorê Suriyê jî wiha axivî: "Qeyrana Suriyê bandorê li derveyî Suriyê dike. Dema ku ev yek bandorê li ewlekariya Tirkiyê bike, dê Tirkiye ji bo ewlehiya xwe hemû tevdîran bistîne. Em dixwazin ku qeyrana Suriyê, di çarçoveya daxwazên demokratîk yên gelê Suriyê de bi beşdarbûna hemû aliyan were çareserkirin."
Davutoglu, biryara ji nû ve destpêkirina guftûgoyên navbera Îsraîl û Filistînê baş nirxand û got ku dê bi hevpîşeyê xwe yê Emerîkî re vê mijarê binirxînin. Davutoglu, destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê sînorên 1967an ku Qûdsa Rojhilat û Şerîaya Rojava jî di xwe de dihewîne bêne parastin.
Davutoglu, biryara YEyê ya der barê Îsraîlê de ku pêşnûma dike ji 2014an pê ve dê alîkariya aborîyê nede rûniştiyên Îsraîlî yên li ser axa Filistînê, wiha nirxand: "Ev biryareke gelekî rast e. Em hêvîdar in ku YEyê vê helwesta xwe bidomîne."