Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu got armanca wan ew e ku em hecma bazirganiya du alî ya di navbera Kamboçya û Tirkiyeyê de ya bi qasi 124 milyon dolarî piştî 2020î derxînin 500 milyon dolarî.
Çavuşoglu di çarçoveya geşta herêma Asya-Pasîfîkê de Kamboçyayê ziyaret kir. Çavuşoglu piştî hevdîtinên di nav lijneyan de yên bi Arîkarê Serokwezîrê Kamboçyayê û Wezîrê Karên Derve Hor Namhong re civîna çapemeniyê li dar xist.
Di serê civînê de ji bo ku di navbera her du welatan de ji xwediyên pasaporta xizmetê û yên xusûsî vîze neyê xwestin peyman hat îmzekirin.
-"DAEŞ rêxistineke terorê ya xwîndar e"
Çavuşoglu li ser pirsekî destnîşan kir ku DAEŞ ne dewlet e ne jî îslamê temsîl dike. Çavuşoglu qal kir ku DAEŞ rêxistineke terorê ya xwîndar e û got digel DAEŞê li Sûriye û Iraqê divê rêxistinên din ên terorê û sedemên ku van rêxistinan derdixîne ji holê bên rakirin.
Çavuşoglu qal kir ku Tirkiye li cihanê bi taybetî jî li herêma xwe çekên nukleer naxwaze û da zanîn hêvî dikin ku ji muzakereyên ku Îran û welatên P5+1ê dikin, heta serê temûzê bigihêjin encamekî.
Arîkarê Serokwezîrê Kamboçyayê û Wezîrê Karên Derve Hor Namhong jî der barê hevdîtinên ku kirin de agahî dan. Namhong diyar kir ku digel têkiliyên dualî yên bi Tirkiyeyê re dixwazin ku têkiliyên aborî û bazirganiyê jî xurt bikin. Namhong da zanîn ku li ser mijara seferên balafiran ên rasterast ên di navbera Tirkiye û Kamboçyayê de jî sekinîn.
Namhong piştî hevdîtinê ji bo Çavuşoglu firavîn da.