Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu daxuyaniya Rêvebriya Herêma Kurdistana Iraqê ya "Ji bo alîkariya Kobanêyê em tevkariyê dikin" bi bîr xist û wiha got: "Em jî ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bibe, dibin alîkar. Der heqê vê mijarê de hevdîtinên me didomin."
Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve yê Tunusê Muncî Hamdî re li wezaretê hevdîtin kir û piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist. Çavuşoglu der heqê Kobanêyê de got ku Tirkiyeyê deriyê xwe ji gelê Kobanêyê re vekir û alîkariya gel dike.
Çavuşoglu bi bîr xist ku nêzî 200 hezar kobanêyî li Tirkiyeyê dijîn û wiha dewam kir: "Me tu wextî nexwest ku Kobanê bikeve, em naxwazin jî. Tirkiyeyê hewl da û alîkariya mirovahî û tibbî ji Kobanêyê re şand. Em li gor rê û rêgezên xwe yên angajmanê tevgeriyan û me bi koalîsyonê re tevkarî kir."
Çavuşoglu destnîşan kir ku ew dixwazin herêm ji hemû tehdîtan safî bibe û ew bi vî çavî li alîkariya leşkerî û tibbî ya ku Amerîkayê îro da hêzên li Kobanê dinihêrin. Çavuşoglu got ku îro li Kobanêyê heft grûb li dijî DÎŞIyê şer dikin û wiha axivî:
"Ligel PYDê 7-8 grûb hene û van hemûyan bi hev re baregehek ava kiriye. Rêvebriya Herêma Kurdistana Iraqê jî gotibû ku 'Ji bo alîkariya Kobanêyê em tevkariyê dikin'. Em jî ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin, dibin alîkar. Der heqê vê mijarê de hevdîtinên me didomin."
Çavuşoglu daxuyand ku ew dixwazin gelê Kobanêyê yên ku mecbûr man û revîn Tirkiyeyê cardin vegerin Kobanêyê û li wê derê di nav hizûrê de bijîn û wiha dewam kir:
"Divê mirov ji bo hin mijaran jî baldar bibe. Armanca PYDê ya ji bo Sûriyeyê ji Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) cudatir e. PYD wek DÎŞIyê tenê armanca wî kontrola herêmeke Sûriyeyê ye. Ji ber vê çendê em vê yekê ji bo paşeroja Sûriyeyê wek tehdît dibînin. Ji ber vê yekê heta PYD dev ji vê mebesta xwe bernede, ne desteka ASAyê ne ya Tirkiyeyê dibîne. Divê PYD jî komên din jî polîtîkayên xwe biguherin û dev ji van mebestan berdin."