Serokwezîr Erdogan di komcivîna partiya xwe de axivî û di axaftina xwe de li ser xwepêşandana malbatên ku zarokên wan revandin li serê çiyê sekinî. Serokwezîr Erdogan bangî HDPyê kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ez ji dê û bavên ku ji bo zarokên xwe yên ku hatine revandin li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê xwepêşandanê dikin re silavên xwe yên germ dişînim. Ez ji dil dixwazim ku bila çapemeniya Tirkiyeyê û ya cîhanê hawara dê û bavên ku zarokên wan ên 15 salî revandin li serê çiyê bibihîzin. Tu li ku derê yî çapemeniya cîhanê? We kesên ku li ber Lîseya Galatasarayê xwepêşandana rûniştinê dikirin dinivîsand, dîmenên wan digirtin. Heke wisa ye hûn çima van dayikên ku zarokê wan hatine revandin nabînin, hûn çima nanivîsînin? Çapemeniya Tirkiyeyê (ez hin ji wan ji vê yekê tenzîh dikim), ez bangî kesên ku deng dernaxin dikim: Hûn çima nanivîsinin, hûn çima nabînin? Ey BDP û HDP hûn li ku derê ne? Kanê hûn car carina diçûn û we li hev dikir û hûn dihatin ya... De herin û zarokên van dayikan jî bigirin û bînin.
Hûn navnîşana wan jî gelekî baş dizanin. Hûn gelekî baş dizanin ka li ku derê çi heye. Hûnê bigirin û bînin, heke we neanî em dê plana xwe ya B û Cyê bixin dewrê. Heta îro dê û bavan ji ber geflêxwarinan nedikariyan dengê xwe derxînin, êşa wan di dilê wan de veşartî dima. Di 15 saliya xwe de gelek zarok xapandin û birin li serê çiyê, dişînin mirinê. Termên wan jî teslîmî dê û bavên wan nakin. Hin kes tên înfazkirin, tên tacîzkirin, lê belê xeberên derew ji malbatên wan re dişînin. Me hê jî bi êşkenceyê kuştina 3 keçikên ku ji rêxistina reviyan, ji bîr nekiriye. Axaftina di navbera leşker û endamê rêxistinê ya ku ji şikeftê derket hê jî di bîra me de ye. PKKyiyê digot ku min bêriya diya xwe kiriye û dixwazim wê bibînim. Dayikên Rojhilat û Başûrê Rijhilatê êdî îtiraz dikin. Em dixwazin ku 77 milyon vê îtiraz û hawara dayikan bibihîze û piştgiriyê bide têkoşîna wan."
Serokwezîr Erdogan ji bo ku dayikan tenê nehiştin spasiya Cîgirseroka Koma AK Partiyê Mîhrimah Belma Satir, parlementerên Diyarbekirê Oya Eronat û Mîne Lok Beyazê kir. Serokwezîr Erdogan got ku "Em jî ji bo ku zarokan bînin û bigihînin dayikên wan têkoşîna xwe ya ku me heta niha kiriye dê ji niha pê de jî bi biryariyeke mezin berdewam bikin."