Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş sibê bi malbatên ku li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bi îdiaya ku zarokên wan ji aliyê PKKyê ve hatine revandin re dê hevdîtinê bike.
Çalakiya rûniştinê ya ku ji aliyê du malbatan ve di 23ê nîsanê de bi hinceta ku zarokên wan bi destê PKKyê hatibûn revandin li ber derê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dest pê kiribû, bi piştgiriya malbatên nû ve hê jî didome.
Ji çalakvanan Selamî Eren daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 34 roj e ku haya wî ji kurê wî Firat Aydin Eren tuneye û wiha pê de çû: "Birêz Selahattîn Demîrtaş bi têlefonê li min geriya. Ji malbatên ku li vê dera çalakiyê dikin re jî silav kir û got ku ez têm destên dayikên ku li wê derê ne. Ji bilî vê jî diyar kir ku ew dixwaze sibê were Diyarbekirê û bi me re hevdîtinê bike. Me jî got heke hevdîtineke wisa bibe em ji vê yekê pir kêfxweş dibin."
Eren destnîşan kir ku wî silava Demîrtaş gihandiye malbatan û wisa texmîn dike ku di navbera 10.00-12.00an de dê bi Demîrtaş re bên bal hev.