E.O
2016 ж. 26 шілде•Rojanekirin: 2016 ж. 27 шілде
LONDON
Tim Marshallê rojnamevanê îngilîz anî ziman ku wan kesên ku teşebûsa derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) kirin du şaşî kirin û ew jî wek "Nekuştina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û negirtina çapemeniyê" rêz kir.
Marshallê edîtorê berê yê polîtîkaya derve yê qenala Sky Newsê li BBCya saziya weşanê ya îngilîz beşdarî bernameyekê bû û geşedanên dawîn ên li Tirkiyeyê nirxand in û teşebûsa derbeyê ya FETO wekî "berfireh bû lê kûr nebû" şîrove kir.
Marshall anî ziman ku derbekaran "du şaşiyên mezin kirin" û wiha axivî:
"2 şaşiyên mezin kirin: Serokomar Erdogan nekuştin. Ev tişta ewil bû ku (di derbeyê de) bihata kirin. Ez naparêzim ku divê ev yek bihata kirin lê prensîba ewil a derbeyê kuştin an jî girtina serokê welêt e.
Di sedsala 21emîn de ji bîr kirin ku çapemeniya welêt bigirin. NTV, CNN Turk di weşanê de bû, çapemeniya civakî negirtin. Erdoganê ku ji çapemeniya civakî nefret dike bi awayekî îronîk û du rû Facetîme bi kar anî û derket qenala CNN Turkê û bangî gel kir ku dakevin kolanan. Ji ber ku derbe berfireh lê kûr nebû sela hatin xwendin, di nav nîv saetî de mirova daketin kolanan û derbe berovajî bû."
BBCya saziya weşanê ya îngilîz ji teşebûsa derbeyê vir ve ji ber weşanên alîgir ên ku der heqê Tirkiyeyê de dike tê rexnekirin.
Welatiyên tirk ên ku li Londona paytext dijîn li ber navenda giştî ya BBCyê kom dibin, xwepêşandanan li dar dixin û saziyê protesto dikin.