KAHRAMANMARAŞ
Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî mitînga Kahramanmaraşê ya ku li rasta Miftîtiyê hat lidarxistin bû. Erdogan destnîşan kir ku Kahramanmaraşê her tim piştgirî da AK Partiyê û doza wê.
Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Di 30 yê adarê de hûn çûn ser sandiqê. We cerekî dîsa li ser sandiqê dîrok nivîsî. Di 30yê adarê de we ji sedî 59ê rayê xwe ve piştgirî da AK Partiyê. We li Tirkiyeya xurt û mezin xwedîtî kir. We bersiv da çeteya Pensîlvanyayê ya îxanetê."
Erdogan bal kişand ku Îsraîlê di Remezan û eydiyê de êrîşî Xezeyê kir û di ser zar, jin, sivîl, xwendegeh, nexweşxane û mizgeftan de bombe barand û wiha got:
"Heta îro ji hezar û 400î zêdetir birayên me yên ji Xezeyê hatin kuştin. 300ê wan zarok, 100ê wan jin, ji 50yî zêdetirê wan jî kal û pîr bûn. Zarokên Xezeyê eydî nedîtin. Zarên Xezeyê di eydiyê de nikaribûn ku derkevin kuçe û kolanan, nikaribûn ku herin li parka bilîzin, di malên xwe de, di kuçeyên xwe de, di peravan de hatin kuştin. Revîn mizgeft û xwendegehan û li wir jî hatin kuştin. Ji bo Xwedê, ji min re bêjin di navbera ew tiştên Hîtler anî serê wan û tiştên ku Îsraîl tîne serê Xezeyê de çi ferq heye? Ev nijadperestî ye, faşîstî ye, rihê Hîtler e."
Erdogan bal kişand ser bûyerên Xezeyê û got ku eleqeya ku nîşanî Xezeyê didin hin hêlên ji hûndir û derve zehf aciz dike. Erdoganwiha pê de çû:
Erdogan destnîşan kir ku niha li Xezeyê Qizilay, TÎKA, AFAD, Anadolu Agnecy, TRT û saziyên alîkariyê di bin bombebaranê de jî dixebitin û Tirkiye li Sûriyeyê jî alîkariyê dide ereb, kurt û tirkmenan. Erdogan eşkere kir ku Tirkiye li Iraqê jî bi taybetî jî ji Tirkmenan re hemû alîkariya dike û wiha axivî:
"Li Edeneyê bi awayekê dereqanûnî dest dan ser tirên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (TÎN) ya me. Ew tir diçûn li ku derê? Ji birayên me yên li Sûriyeyê re diçûn. Ev çeteya Pensîlvanyayê bi destê endamên xwe yên ku di saziyên dadê, ewlekariyê û artêşê de nin ve dest dan ser tirên me. Niha jî CHP û MHP qet şerm nakin û derdikevin ji me re dibêjin ku hûn alîkariyê nadin Tirkmenan. Ev MHP û CHP yên ku li Pensîlvanyayê xwedîtiyê dikin. Gava ku dest dan ser tiran, van her du yan jî dengê xwe nedikirin. Evan riyakar in. Ev ne dikarin tiştekî bikin ne jî li tiştekê razî dibin."