Erdogan û heyeta wî çû navenda qeyranê ya ku Walîtiya Manîsayê ava kiriye û li wir ji Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz agahî hilda.
Serokwezîr Erdogan pişt re çû tira AFADê û ji wir Serokê AFADê Fuat Okta agahî hilda.
Erdogan ji tira AFADê derket û ber bi kana komirê ve meşiya. Jinek çû cem wî û got ku bila xebat leztir bên kirin. Serokwezîr jî ber dilê wê ve hat û got ku xebatên ku hewce dikin tên kirin.
- "Lava dikim mêrê min xilas bikin"
Sema Korkmaza ku mêrê wê Mustafa Korkmaz li madenê de asê maye, çû destê Bulent Arinç û wiha lavayî wî kir: "Mêrê min di hundir de ye, lava dikim wî xilas bikin." Çavên Arinç tije hêsir bûn.
Erdogan daxuyand ku xebatên edlî û îdarî yên ku hewce dikin jî niha ve dest pê kirine û wiha pê de çû: "Bila herkes bawer bike ku ev qeza dê heta hemû hûrgiliyan dê bê lêkolîn û tê lêkolîn jî. Em ê destûrê nedin ku tu îhmalkirin çêbibe. Bûyer dê bê ronîkirin, him ji bo ku eqrebayên wan û him jî raya giştî rehet bibe gavên dilê wan rihet bike dê bên avêtin. Her kes der barê vê mijarê de bila rehet bibe."
Erdogan diyar kir ku li ser kesên mirîne nasnameya wan tunene û ji ber vê jî nayê zanîn ku kî kî ye û wiha axivî: "Li ser birayên me yên ku wefat kirine nasnameya wan tunene. Di bedena wan de derbeyek û birîneke biçûk jî tune. Lê ji ber ku nasnameyên wan tunene kî kî ye nayê zanîn."
"Tê texmînkirin ku 120 karker di hundir de ne"
Erdogan ji bo hejmara karkerên ku hundir de mane wiha got: "Li gor agahiyên ku hevalên me û kargehê dane tê texmînkirin ku niha qasî 120 karkeran di hundir de ne."
Serokwezîr Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Hin komên ku van rewşan ji xwe re wek derfetekê dibînin û dixwazin vê rewşê îstismar bikin hene. Ez dixwazim bi bîr bînim ku qîmetnedana van ji bo aramiya welatê me û yekîtiya welatê me pir pir girîng e. Pêşnûma û pêşniyara parlementerên CHPyê ya ku ji bo Somayê anîn rojevê ji bo ku rojeva wê rojê biguherin bû û hûn nikarin di axaftina wî de jî der barê Soma yê de peyvekê jî bibînin. Jixwe hevalên me bersiva ku hewce dikir dan. Gotin ku 'Em vê mijarê demeke din bînin rojevê û biaxivin.' Bûyer niha tam di vê kêliyê te tê îstismarkirin. Em destûrê nadin ku bê îstismarkirin. Bûyer jixwe di dawiya meha adarê de bûye. Niha nîsan û gulan e, meh û nîvek e. Evqas dem ji ser re derbas bûye."