Kişanakê bi hevserok Firat Anli re li ber avahiya şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê da. Kişanakê diyar kir ku bi xeberên nexweş ên ku ji madenê hatin, gelekî xemgîn bûn û wiha axivî: "Ev xemgînî û êş xemgîniya me hemûyan e. Ev bûyera dilsoj a ku li Somayê qewimî agir berda nav dilê me hemûyan."
Kişanakê got ku li Tirkiyeyê gelekî qezayên kar diqewimin û da zanîn ku bûyera li Somayê bobelateke ewqas mezin e ku mirov nikare bibêje qezaya kar e.
Kişanakê da zanîn ku wan li Diyarbekirê xemgîniya li Somayê hîs kir û ji ber vê jî kom bûn. Kişanakê got ku divê berpirsyarên ku bûne sedema vê bûyera mezin û dilsoj derxînin holê û li ser sedemên qezayê bisekinin.