Serokwezîr Erdogan ji Enqereyê bi balafira taybet "DAP"ê hat navçeya Akhîsara Manîsayê û ji vir jî bi rêbejê derbasî herêma kana komirê ya li navçeya Somayê bû.
Li herêma kana komirê Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz digel wezîfedaran Serokwezîr Erdogan pêşwazî kir.
Erdogan derbasî navenda qeyranê ya ku Walîtiya Manîsayê avakiriye bû û li vir ji berpirsiyaran agahî girt. Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç û Beşîr Atalay, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû digel Serokwezîr Erdogan hatin. Dibe ku Serokwezîr li herêma kana komirê ya ku lê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, lêkolîn bike.