Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala jî ji bo operasyona bicihkirina cîhazên guhdarîkirinê got:"Li welatekî di ofîsa Serokwezîr de bicihkirina cîhazên wiha helbet bûyera sîxuriyê ye. Ew agahî bi kê re hatine parvekirin? Ji bo kê xebitîne? Kê ew organîze kirine?, Li pişt wan kî heye? Ji bo van jî xebat tên kirin."
Ala der barê operasyona li ser kesên ku tê gotin ji ber bûyera di ofîsa xebatê ya Serokwezîr de bicihkirina cîhazên guhdarîkirinê berpirsyar in de got: "Ev bûyereke pir girîng û hedîseyeke wehîm bû. Der heqê vê bûyerê de mifetîşan him di qada îdarî de û him jî di qada teknolojiyê de lêkolîn, vekolîn û nirxandinên xwe kirin. paşê ev lêkolîn ji meqamên dadî re hatin şandin, meqamên dadî jî lêkolîn, jêpirsîn û nirxandinên xwe kirin û biryara xwe dan û ev encam derket holê. Em ê rûdanan bişopînin. Ev meseleyeke girîng e yanî di ofîsa serokwezîr de bicihkirina cîhazên sîxûriyê helbet bûyereka sîxûriyê ye. Ew agahî bi kê re hatine parvekirin? Ji bo kê xebitîne? Kê ew organîze kirine? Li pişt wan kî heye? Ji bo van jî xebat tên kirin. Ev mesele ji aliyê raya giştî ve dihat zanîn lê bi xebat û jêpirsînên ku bi destê meqamên dadî ve hat kirin temam bûn û ev encam derket holê."
Ala diyar kir ku kesên ku cîhazên guhdarkirinê bi cih kirine ji ewilî ve dihatin zanîn û wiha dewam kir: "Li pişt wan kî heye, hetanî kê derê diçe, bi kê re hat parvekirin, bersiva van hemû pirsan piştî ku jêpirsîn bi dawî bû û hin tişt derketin holê dê ji bo encamê daraz ê biryara xwe bide.
Heke sûc hatibe kirin lazim e ku dewlet li gor jêpirsîn û encaman tevbigere. Ala jî ev yekê bi bîr xist û wiha got: "Em zanin ku sûcên wek vana hatine kirin. Ji ber vê jî piştî ku hat tespîtkirin ew kes sûcdar in, der heqê wan de dê jêpirsîn bidomin. Li gor prosedorê xebat tên kirin.