Di Doza 12ê Îlonê de Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya li gor benda 146emîn a bi sernavê "sûcên li dijî hezên dewletê" cezayê muebbetê ya giran xwarin, lê paşê bi teqdîra kêmkirinê cezayê Evren û Şahînkaya veguherî cezayê muebbetê.
Cezayê Evren û Şahînkaya bi destê Dadgeha Cezayê ya Giran a 10emîn a Enqereyê hat birîn.
Îfadeyê Kenan Evren ê ku li GATAyê ye bi pergala dengî û dîtbarî hat hildan û Evren got ku "Ez tevlî parêzerê xwe dibim."
Îfadeyê Tahsîn Şahînkaya jî li GATAyê hat hildan û Şahînkaya wiha got: "Ez tevlî parastina parêzerê xwe dibim. Wekî din tiştekî ku bêjîm tuneye."
Piştî şêwra lijneyê Serokê Dadgehê Oktay Saday hikmê dadgehê eşkere kir.
Saday got ku "Evren û Şahînkaya di 21ê çileya pêşîn a 1979an da bi muxtiraya ku dan Serokwezîrê wê demê, hewl dan ku Destûra Bingehîn û TBMMyê ji holê rakin û nehêlin wezîfeya xwe bikin, di 12ê Îlona 1980an da jî bi cebrê xwestin ku Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê biguherînin û ji holê rakin û li dijî TBMMyê sûc kirin, ji ber vê jî li gor benda 146emîn a bi sernavê "sûcên li dijî hezên dewletê" cezayê muebbetê ya giran xwarin."
Saday destnîşan kir ku der barê bersûcan de li gor teqdîra kêmkirinê cezayê Evren û Şahînkaya veguherî cezayê muebbetê.
Saday got ku dê der barê Evren û Şahînkaya de benda 30yemîn a Zagona Cezayê ya Leşkerî were emilandin.
Benda 30yemîn a Zagona Cezayê ya Leşkerî der barê "daxistina rutbeyên leşkerî" de ye.