Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran ya ku li Avahiya Nû ya Serokwezîriyê hat li dar xistin daxuyanî da rojnamegeran.
- "Dema ku sûcek li hemberî zarokan bê kirin..."
Arinç der barê zarokên ku 15 saliya xwe derbas bûne, bi rizaya xwe dikevin minasebetên cinsî û "Zewacên pêşwext" an jî "Zewacên zarokan" de got: "Kesên ku bi qanîkirin û xapandinê destdirêjiya zarokên 15 saliya xwe temam kiribin bikin, dê cezayekî zêde bixwe."
Arinç got ku cezayê têkîliya ensest jî hat zêdekirin û wiha axivî: "Kesên ku bi sûcê destdirêjiyê bi cezayê hebsê mehkûm bûn, dema berdana wan a bi şert û merc ji rêjeya 3êyan 2yî dertê ji 4an 3ê yî. Kesên ku ji sûcekî li hemberî zarokan ve mehkûmî cezayê muebet bûbe, ji niha û pê ve dê şûna 30 salan 39 salan di girtîgehê bimîne û kesên ku cezayê muebet xwaribe jî dê şûna 24 salî, 33 salan di girtîgehê bimîne."
Verastkirinên li ser zewacên darê zorê
Arinç got ku kesên ku gihîştibin emrê xwe yên zewacê û yên ku wan bi darê zorê bizewicînin dê ji salekî heta 3 salan cezayê hebsê jî bixwin.