05 Sibat 2016•Rojanekirin: 05 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Lijneya Disîplînê ya Fitbolê ya Profesyonel (PFDK) a Federasyona Fitbolê ya Tirkiyeyê (TFF) 12 maç ceza da Denîz Nakiyê lîstikvanê Amed Sportîf Faaliyetlerê.
TFFyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber ku di pêşbirka Bursasporê ya di Kûpaya Tirkiyeyê ya Zîreatê de propagandaya îdeolojîk kir û daxuyaniyên dijî sportmeniyê da PFDKyê ew ji 12 pêşbirkan men kir û 19 hezar û 500 lîre cezaya pereyê dayê.
Mişawiriya Hiqûqê ya TFFyê ji ber daxuyaniyên ku ji ser hesaba xwe ya Facebookê dabû bi hincetên "daxuyaniyên dijî sportmeniyê" û "propagandaya îdeolojîk û cudaxwaz" Denîz Nakî bi tevdîr sewqî lijneya disîplînê kiribû.