İSTANBUL
Galatasaray û Fenerbahçe sibê di derbiya ewil a heyama nû de li Kayseriyê dê bên hemberî hev. Bi vê pêşbirkê her du tîm dê cara 375emîn bi hev du re bileyîzin.
Di navbare Fenerbahçe û Galatasarayê de pêşbirka ewil di 17ê çileya 1909an de, li Qada Şukru Saracogluyê hat lîstin. Galatasarayê ev pêşbirk 2 û 0 qezenç kir. Ji wê pêşbirkê vir ve 104 sal derbas bûn. Di pêşbirkên ku her du tîm heta niha bûne dijberên hev de serkeftina Fenerbahçeyê zêdetir e.
Fenerbahçe ji 374 pêşbirkan 142 lib qezenç kirin, Galatasaray jî 119 caran bi ser ket. 113 pêşbirk jî bi beramberiyê qediyan.