İSTANBUL
Fenerbahçeyê di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de, di pêşbirka ewil a tûra 3yemîn a seridandinê de bi Red Bûll Sazlbûrgê re pêş birka rovanşê kir.
Fenerbahçeyê li qada Şukru Saracoglûyê, bi piştgiriya alîgirên xwe, reqîba xwe Red Bûll Sazlbûrg 3 û 1 têk bir. Fenerbahçe ji bo ku bikaribe di lîga UEFAyê de bileyîze, dê di play-offê de têkoşe.
Di pêşbirkê de gola ewil di deqîqeya 4emîn de ji fitbolîstê Red Bûll Sazlbûrgê Soranîo hat. Bi vê golê Fenerbahçe li hemberî dijberê xwe 1 û 0 li paş ket. Lê tîma zer û lacîwerd ber xwe da û di deqîqeya 8emîn de bi gola Raûl Meîreles beramberî bi dest xist.
Di deqîqeya 17emîn a pêşbirkê de bi gola Sow, Fenerbahçeyê skor kir 2 û 1. Webo jî di deqîqeya 34emîn de gol avêt û bi vê golê Fenerbahçe 3 û 1 bi pêş ket.
Di nîva duyemîn a pêşbirkê de Fenerbahçe li hemberî reqîba xwe bi qontrol leyîst û ji bo golavêtinê destûr neda dijberê xwe. Pêşbirk bi serkeftina Fenerbahçeyê 3 û 1 bi dawî bû.
Her wiha Fenerbahçeyê mafê leyîstina maçên play-offê yên UEFAyê bi dest xist.