İSTANBUL
Fenerbahçe di UEFAyê de îşev ji bo pêşbirka rovanş a tûra 3yemîn a seridandinê dê tîma Red Bûll Sazlbûrgê li qada Şukru Saracoglu biezimîne.
Pêşbirk dê di saet 21.45an de dest pê bike. Hakemê pêşbirkê jî Pawel Gilê Polonî ye.
Pêşbirka ewil li qada Red Bûll Salzbûrgê hatibû kirin. Di wê pêşbirkê de her du tîman jî hev du têk nebiribûn û pêşbirk bi 1 û 1 beramberiyê bi dawî bûbû.
Fenerbahçe dixwaze di vê pêşbirka li mala xwe de reqîbê xwe têk bibe û ji tûrê gav bavêje.
Pêşbirk dê li qada Şukru Saracogluyê bê lîstin û di saet 21.45an de dest pê bike.