Li Alanyaya navçeya Antalyayê 51emîn Tûra Duçerxa Serokomariya Tirkiyeyê dest pê kir. 165 werzîşvanên ji 21 tîman ve beşdarî pêşbirkê bûn.
Sekreterê Giştî yê Serkomariyê Fahrî Kasirga, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Waliyê Antalyayê Muammer Turker li pêşiya Qonaxa Hikûmetê ya Alanyayê ligel hev start dan TUR 2015ê.
Di roja yekemîn a tûra ku di danasîna Tirkiyeyê de roleke xwe ye mezin heye de werzîşvanê li ser rêya 145 kîlomêtro ya Alanya-Gazîpaşa-Alanyayê pêlikan bizivirînin.
Yekane "tûra duçerxê ya di navbera parzemînan de" ya dinyayê dê di 3yê gulanê de li Stenbolê bi dawî be.
Di organîzasyona ku duçerxvanên herî bipirestîj ên dinê beşdariya wê dikin de sala par ji Britanyaya Mezin Adam Yates ê ji tîma Orica Green Edge bi 30 saet, 26 deqîqe û 22 saniyeyan ve ketibû rêza yekemîn. Ji tîma Cofidis Solutions Creditsê Rein Taaramae bibû duyemîn û Romain Hardy jî bibû sêyemîn.
- Cavendish dubare li Tirkiyeyê ye
Sprînterê ji Britanyaya Mezin Mark Cavendish ê ku li tevahiya dinyayê navdar e dubare beşdarî Tûra Duçerxa Serokomariya Tirkiyeyê dibe.