Hat ragihandin ku Şaredariya Mezin a Şanliurfayê dê pêşbirka çîg li dar bixe.
Li gor daxuyaniya şaredariyê, Midûryeta Şaxa Danasîn û Turîzmê pêşbirk organîze kir.
Di 17ê rêbendanê de li Mizeya Metbaxê dê pêşbirk bê lidarxistin. Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, heta 16ê rêbendanê dikarin bi wêne û nasnameya xwe serî lêdin. Beşdarvan li gor tehm û pêşkêşkirina çîg dê bên nirxandin.
Dê 2 hezar bidin yê ku di pêşbirkê de bibe yekemîn û xelata ku bidin kesê duyem û seyêm jî wiha ye: hezar û 500 dê bidin yê duyemîn û 500 jî bidin yê sêyemîn.