ANKARA
Di pêşbirka ewil a Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de xwediyê malê Brezîlya û Hirvatîstan hatin hemberî hev û Brezîlyayê 3 - 1 Hirvatîstan têk bir.
Di nîvê ewil û deqîqeya 11yan de, fûtbolîstê Brezîlyayê Marcelo bi xeletî golek avêt qaleya xwe. Bi vê sayê Hirvatîstan 1-0 bi ser ket.
Paşê Neymarê tîma Brezîlyayê di deqîqeya 29an de gol avêt û skor kir 1-1.
Brezîlyayê di deqîqeya 71an de bi gola Neymar û di deqîqaya 91an de jî bi gola Oscar skora pêşbirkê kir 3-1.