SAO PAULO
Hollandayê di Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de Spaniya 5-1 têk bir.
Di nîva ewil deqîqeya 35an de Dîego Costa bi penaltiyê gola Spaniyayê avêt û 1-0 bi ser ket.
Paşê fûtbolîstê Hollandayê Robîn Van Persîe derket holê û di deqîqeya 43an de skor kir 1-1.
Hollandayê di deqîqeya 53an de bi gola Arjen Robben û di deqîqaya 64an de jî bi gola Stefan skor kir 3-1.
Her wiha Hollandayê di deqîqaya 72an de bi gola Robîn Van Persîe û di deqîqeya 80yî de jî bi gola Arjen Robben ya duyemîn ve skora pêşbirkê kir 5-1.
Şîlî: 3 - Avûstralya: 1
Kûpaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2014an de di pêşbirka koma Byê de Şîlî û Avûstralya hatin hemberî hev. Şîliyê Avûstralya 3-1 têk bir.
Di nîvê ewil deqîqeya 12yan de, fûtbolîstê Şîliyê Alexis Sanchez gola pêşbirkê ya ewil avêt û Şîlî 1-0 bi ser ket.
Paşê di deqîqeya 14an de Jorge Valdivia derket holê û skor kir 2-0.
Gola Avûstralyayê di deqîqeya 35an de Tîm Cahîl avêt û skor bû 2-1.
Şîliyê di deqîqeya 90+2an de bi gola Jean Beausejour skora pêşbirkê kir 3-1.