Li Mûşê seranserê heftê berf barî lê piştî ku berf sekinî jî hewa di cih de sar bû û ji ber vê seqemê jî qismeke Çemê Mûradê cemed girt.
Germahiya hewayê bişev di bin sifirê de daket 15 pîleyê û li ser Çemê Mûradê jî bi qasî bosteke cemed çêbû.
Hasan Yildizê ku li gundê Şenovayê dijî û debara xwe bi masîgirtinê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piraniya Çemê Mûradê cemed girtiye.
Yildiz destnîşan kir ku ji ber cemedê niha nikare masiyan bigire û wiha pê de çû: "Piraniya çem cemed girtiye lê ji ber ku cemed pir qalind nîne em nikarin derkevin ser."
Ji gundiyan Muhsîn Yîgît jî ragihand ku piştî berfê hewa gelek sar bû û ji ber sir û seqemê jî gelek zehmetiyan dikişînin.