Penaberên li Iraqê di kampan de dijîn di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin. Lê herî zêde dayik zor û zehmetiyê dikşînin. Dayik ji aliyekê ve bi karên rojane re eleqeder dibin ji aliyê din ve jî zarokên xwe ji sar û sermayê û nexweşiyan diparêzin.
Jiyana dayikên ku ji ber şer û êrîşên DÎŞIyê, xwe sipartin kampê, bi hatina zivistanê re zor û zehmettir bû. Dayik ji serê sibê heta êvarê cil û bergên zarokên xwe dişon û di heman demê de jî ji bo zarokên wan nexweş nekevin, serma negrin hewl didin.
Dayikên li "Kampa Bahirka" dijîn sibehê zû şiyar dibin, derûdora kon paqij dikin û piştî vê taştê amade dikin. Piştre dayik bi kudînên naylon diçin ji kaniya ber kampê avê tînin û bi vê avê cil û berg û qir û qafên xwe dişon. Dayikan got ku hewa pir sar e, ji bo zarokên xwe ji sar û sermayê biparêzin çi ji destê wan tê dikin; lê dîsa jî zarokên wan nexweş dikevin.
- "Em mehê carek serê xwe dişon"
Ayşe Yûsûfa 55 salî ya di kampê de digel malbata xwe dijî got ku bi hatina zivistanê re jiyana li kon zehmettir bû. Ji ber av û çemûrê zehmetî du qat zêde bû.
Yûsûfê got ku serşokên li kampê têrî niştecihên kampê nakin û wiha dewam kir: "Li vir însan ji bo serşûştinê carinan şer dikin; lewra serşokên ku li vir in têrê nakin û av jî kêm e."
Yûsûfê got ku ew bi çêkirina şîvê, şûştina firaq û cil û bergan û karên din ên kampê zehf aciz dibin û wiha dewam kir: "Cihên ku em lê cilan bişon tune ye. Ji ber vê yekê em di leganan de li ber kon cilan dişon. Av zehf sar e û ji ber vê jî destên me diterikin. Herwiha nexweşîn jî çi dibe bila bibe bijîşk tenê êşbir didin me. Her du çavên mêrê min nabînin. Li vir şert û mercên jiyanê dijwar in. Rojê 4 nanan didin me, zarokên me her tim nexweş dikevin."
-"8 mehin ku mêrê min winda ye"
Hatîce Muhammeda 52 salî got ku endamên rêxistina terorê DÎŞIyê li Telaferê mêrê wê revand. Muhammedê destnîşan kir ku digel qîza xwe di kampê de dijî.
Muhammedê behsa rojên dijwar ên derbasbûyî kir û wiha qise kir: "Dema ku em li Telaferê bûn mêrê min çû ku êm bide heywanan û car din venegeriya. Piştre me bihîst ku DÎŞIyê ew revandiyê. Niha bi şev û bi roj li pey wî digrîm. Ev 8 mehin tu agahî nedan me. Em nizanin dijî an jî miriye."
Di kampên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de nêzî milyon û 600 hezar penaber dijîn. Erkdarên HKIyê her dem diyar dikin ku alîkariyên ku tê kirin têrê nakin.