Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewa pir sar e û ji ber sir û seqemê li Arpaçaya girêdayî Qersê, Gola Kûyûcûkê qerisî.
Cihê Gola Kûyûcûkê 416 hektar e û li gor peymanên navneteweyî tê parastin. Gol, di heman demê de di nav qada Ramsarê da ye.
Li herêmê hewa hind sar e ku gol qerisî.
Serokê Komeleya Sirûşta Bakur Doç. Dr. Çagan Şekercioglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got Gola Kûyûcûkê jî wekî golên din ên Qersê qerisî.