Li rojhilatê welêt berfê vekir û tesîra sermayê heye

Erzurum
Li Erzirom, Erdexan, Agirî, Tuncelî û Qersê du roj dem demî berf barî, piştî berfê hewa sar e.
Ji ber sermayê li Erziromê rê, peyarê û paceyên wesayîtan qeşa girt.
Ji ber ku li ser rêyan qeşa çêbû şofêran zehmetî kişand.
Ekîbên şaredariya bajarê mezin û navçeyan ji bo berfê paqij bikin dixebitin.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê gihîşt 55 santîmêtroyan.
- Erdexan
Li deverên bilind ên Erdexanê berf barî.
Li navenda bajêr ji ber sermayê qeşa çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê jî çiya û gund bi berfê nixumîn, hewa gelekî sar e.
Çiyayê Sîpanê bi berfê çîlspî bû.
Li navçeya Gîhadînê zarokan li baxçeyê dibistanê bi berfê gog lîst.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji ber hewaya sar paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li bajêr li ser dar û beran qiravî çêbû.
- Qers
Li Qersê jî ji ber sermayê li ser rêya Qers û Îdirê qeşa çêbû, şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajot.
Li navçeya Sariqamîşê ji ber sermayê dar û beran qiravî girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.